DYE'yê êriş bir ser Îranê, Îranê jî êriş bir ser Kûweyt û Bahreynê

Li gel agirbesta navbera DYE Û Îranê êrişên herdu aliyan dewam dikin. Îranê li Kûweyt û Bahreynê xist. DYE'yê ragihand ku tankerek bê bandor kiriye ku hewl dida dorpêça deryayî bişikîne.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) diyar kir ku wan tankereke petrolê bêbandor kirine ku hewl dida dorpêça deryayî ya li ser Îranê bişikîne û xwe bigihîne Girava Hargê.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, tankera bi navê Lexie ya bi ala Botswanayê û tê gotin ku vala bû, li gel gelek hişyariyên hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rêya xwe neguhert. Hate ragihandin ku li ser vê yekê artêşa DYE'yê fuze avêt daîreya makîneyê ya keştiyê û tanker rawestand.

ÊRIŞÊN FUZEYAN ÊN LI SER BAHREYNÊ

Artêşa DYE'yê her wiha diyar kir ku roja Sêşemê fuzeyên ber bi Bahreynê ve hatibûn avêtin asteng kiriye, droneyên ku keştiyên sivîl ji xwe re kiribûn hedef anî xwarê, êriş bir ser hedefên erdê yên li giraveke Îranê û bi vî rengî gelek êrişên Îranê yên li ser herêma Kendavê asteng kir. Fermandariya Rojhilata Navîn a DYE'yê li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Îranê gelek fuzeyên balîstîk avêt welatên li herêmê, lê belê ti ji wan negihîşt armanca xwe."

ÊRIŞÊN BI FUZE Û DRONEYAN ÊN LI HEMBERÎ KÛWEYTÊ

Li aliyê din artêşa Kûweytê diyar kir ku şeva Çarşemê bi gelek fuze û droneyan êriş li ser welatê wan hate kirin û sîstemên parastina hewayî hewl dan êrişan asteng bikin.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Kûweytê KUNA ragihand ku li seranserê welêt cara duyemîn sîrenên êrişên hewayî bi şev lê dan. Wezareta Karên Derve ya Kûweytê beriya niha ji êrişên bi heman rengî Îran berpirsyar nîşan dabû.

Aliyê DYE'yê jî ragihand ku du fuzeyên balîstîk ên Îranê yên ber bi Kûweytê, ji aliyê hêzên Emerîkî ve hatin xistin. Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî diyar kirin ku wan li bareheke leşkerî xistine ku ji aliyê artêşa DYE'yê ve dihate bikaranîn.